Sitrana nû ya Rewşan & Tara Mamedova ku bi hev re duetê dikin bi navê ‘Xuçê’ 4ê Adarê roja înê seat 00:00ê li ser hemû platformên dijîtalê tê weşandin.
Gotinên ‘Xuçê’ ji aliyê Tara Mamedova, beste/müzika wê ji aliyê Rewşan ve hatiye çêkirin. Stran, bi Believe Labelê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê tê belavkirin.
Klîba stranê heman rojî seat 17:30’de li ser qenalên hûnermendan ên Youtubê wê bê parvekirin.
“Xuçê” çawa hat çêkirin?
Rewşan & Tara Mamedova bi nîyetekê ku straneke gerdûnî çêbikin û diyarî hemû jinên ku di jiyana wan de ne bikin derketin rê. Xwestin ku ev stran qîmeta xwişkbûnê bîne ziman.
“Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê distîne. Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hûnermend û şîfakar bûn. Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîn jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hevdû hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin.
“Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in”
Û strana “Xuçê” bi van hest û ramanan hat çêkirin.
FIKRA ESASÎ YA KLÎBÊ
Dinya weke ku ketiye nava bîreke bêserûber. Pandemî, şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên aborî, krîzên ekolojiyê… Em hesreta hêviyeke biçûk in. Di vê serdema ku hêviyên û xeyalên me şolî dibin, belkî divê em bi şidtir xwe bispêrin çîrokan. Bi fikra “çîrok derman in” em derketin rê û me xwest ji we ra çîrokekê vebêjin. Derhêneriya klîbê Melodi Tözüm, dizayna qapaxa sîngilê jî hunermend Hülya Özdemir çêkir.
ÇÎROKA KLÎBÊ
Ev çîroka jinikek e ku beriya salan xwiça xwe wenda kiriye û pir bêriya wê kiriye, rojekê diçe wê koşka ku bi hev ra dilîstin. Ji derincikan hildikişe, dinêre ku ew odeya lê dilîstin ne di ciyê xwe da ye. Li şûna wî dûwareke heye, şaş dimîne. Dema dest dide dîwêr deriyekî vedibe û dikeve nav alemeke xeyalî. Bi hesreta dilê xwe, xuça xwe xêz dike, di wê kêliyê de xuça wê derdikeve holê. Weke berê bi hev re dilîzin, dans dikin û strnanan dibêjin.
REWŞAN KÎ YE?
Li Stenbolê Hunerên Spehî ya Perayê beşa keman û viyolayê qedandiye, di heman demê de ji beşa psîkolojî û lîstikvaniyê mezûn e. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma “Dengên Bakur” ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî amade û pêşkeş kir. Albûma wê ya yekem “Ax Lê Wesê”, ji qeydiyên performansên zindî û stranên ber bi jibîrkirinê ne pêk hat. Ji bilî sîngilên wê, bi albûma wê ya Tov ku besteyên wê jî tê de bûn, di kategoriya World Muzîkê de albûmeke gelek serkeftî hat dîtin. Di sibata 2022’an de strana “Kavir” tomar kir û bi şêwaza Proggresive Folk weke sîngle parve kir. Yek ji avakar û endama îcrakara Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e û li welat û li dervayî welat konserên xwe didomîne.
TARA MAMEDOVA KÎ YE?
Zaroktiya wê li Kirgizîstan ve Rusyayê derbas bû, perwerdeya xwe ya muzîke li Fransayê domand. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçeyê ku wê derê hev nas kirin, çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rusî, bi zimanê xwe yî zikmakî Kurdî re lihev anî û albûma xwe ya yekem “Ax” parve kir. Bi tarza xwe ya cuda di endûstriya muzîkê de deng veda û li welat û li derveyî welat konserên gelekî serkeftî da. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkir, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hat xwendin. Ji bilî “Ax” “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” tev tevî hev sê albûmên wê û gelek xebatên wê yên weke sîngle hene. Hunermend, bi tecrûbeyên xwe yê pir çandî muzîka xwe ya gerdûnî didomîne.
XUÇÊ KUNYE
Gotin: Tara Mamedova Beste/Muzîk: Rewşan
Aranje: Hakan Gürbüz Mix & Mastering: Evren Arkman
Stüdio: Harem’s Sound Akordion: Bekir Sakarya
Gitar: İpek Gitar Dehol: Erkal Öztürk
Keman: Metehan Dada Percusion: Ali Emre Algır
Bas Gitara Bê Perde: Hakan Gürbüz
Derhênerê Hunerê ya Creative: Hüseyin Akgül